Nûçeyên Iraqê

Artêşa Iraqî: Mutêbica Selahedînê ji DAIŞ paqij bû

Operasyonên paqijkirina Mutêbica, rojhilatê Tikrîtê, ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) temam bûn, Fermandarê Operasyonên Dîcla ferîq Muzhir Ezawî roja Înê (28ê Nîsanê) ragihand.

"Artêşa Iraqê Mutêbica, devereke 60-kîlometrî dûrî sînorê di navbera parêzgehên Diyala û Selahedîn de ye, bi piştgiriya hevepymaniya navdewletî û yekîneyên Iraqî yên cor bi cor vegerand," Ezawî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel fermandarên serbazî yên Iraqî got.

"Heşt terorîst, di nav de lîderên bilind yên qaşo wilayetên Diyala û Selahedînê, hatin kuştin," wî got.

Operasyona du rojî bi dehên wesayitan jî wêran kirin, hinek ji wan bi teqemeniyan barkirî bûn û hinekên din bi çekên giran, cebilxane û teqemeniyan barikirî bûn, wî got.

Embarên çekan hatine girtin û dehên teqemeniyên bidestçêkirî hatin pûçkirin, wî anî ziman jî.

"Operasyona pêşgir ji nişkave DAIŞ kire armanc, lewra ew rastî xesarên madî û mirovî yên giran bû," wî got, bal jî kişand ku "Mutêbica niha ji DAIŞ pak e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500