Operasyoneke serbazî ya berfireh li parêzgeha Selahedînê ji bo rizgarkirina Mutêbica, li rojhilatê Tikrîtê, ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê"(DAIŞ) dest pê kir, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Çarşemê (26ê Nîsanê) ragihand.
"Operasyoneke serbazî demjimêr 5ê sibeha roja Çarşemê bo paqijkirina Mutêbica û deverên li derdora wê dest pê kir," wezaretê di daxuyaniyekê de got.
Fermandariyên operasyonên Samira, Selahedîn û Dîcla, bi hevahengî ligel fermandariyên polîsên Diyala û Selahedîn beşdarî operasyona ku bi piştgiriya fesîlê asmanî yê artêşê û hêza asmanî bû bûn, daxuyaniyê got.
"Pêşketineke berçav di saetên destpêkê yên operasyonê li hmber DAIŞ hate bidestxistin," daxuyaniyê got.