Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hewîca: asêgeha bê ya DAIŞ li Iraqê?

Xalid Taî

Şervanên Iraqî ji Hewîca li parêzgeha Kerkûkê amadekariyan dikin daku "Dewleta Îslamî" ji bajarokê xwe derxin. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî hatiye wergirtin]

Şervanên Iraqî ji Hewîca li parêzgeha Kerkûkê amadekariyan dikin daku "Dewleta Îslamî" ji bajarokê xwe derxin. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî hatiye wergirtin]

Bi nêzîkbûna serkeftinê li Mûsilê, çavê hêzên Iraqî li bajarokê Hewîca yê parêzgeha Kerkûkê ye, ew bajarokê ku bûye penagehek revê ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re.

Di demekê de ku li cihekî din ji welat rastî şikestinê tê, DAIŞ hewl dide ku cihekî xwe yê qayimtir li Hewîca peyda bike, lîderê êla Obeyd Enwer Asî got.

"Rêxistinê dest bi kolandina xendeq û tunelên nehênî kiriye," wî ji Diyaruna re got, û xelkê li gundên derdorê ji malên wan derxistine daku erdê derdora Hewîca bike zoneke îzolekirî ya asê.

Çekdarên DAIŞ mayîn û bombeyên bidestçêkirî diçînin û madeyên xwarinê embar dike weke pêşbîniyeke êrîşeke serbazî di pêşerojê de ji bo rizgarkirina deverê, Asî got.

Hevdem, wî got jî, xelkê ku di nav bajarok de asê mane radigihînin rêxistin bi zorê gencan çekdar dike û kampên rahênanê vedike.

Li xelkê hatiye qedexekirin ku derkevin, wî got, û tirs heye ku rêxistin plan dike ku wan weke mertalên zindî bikar bîne.

"Binpêkirinên DAIŞ li dijî xelkê bêçek bi awayekî hovane zêde bûne," Asî got. "Me ji xelkê reviyayî bihîst kuhin malbat bi tevahî hatin îdamkirin piştî ku biserneketin ku ji pencên rêxistinê birevin."

Di nava bajarok de, kêmbûnek di xwarin û madeyên bijîşkî de heye. Li gorî raportên medyayî, rêxistinê dest danî ser piraniya madeyên mayî û dermanên demxilasbûyî difroşe xelkê.

Lîderên DAIŞ li Hewîca kom dibin

"Gelek lîder û çekdarên rêxistinê ji bajarên rizgarkirî reviyane û karîne ku xwe bigihînin Hewîca, bi sûdwergirtin ji devera wê ya biyabanî ya berfireh û newalên wê yên zêde," Asî got.

Niha, navbera 2,000 û 4,000 çekdarên DAIŞ li deverê hene, ku bûye "penageheke sereke" ji lîderiya rêxistinê re, Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê Rakan Cibûrî ji Diyaruna re got.

Rêxistin dixwaze kendûkozên sext istixlal bike ku li aliyê başûr ji Qeyara li parêzgeha Nînewa digihe heta çiyayên Hemrîn û li rojhilat heta Xurmatû.

"Ev devereke berfireh bo çendîn parêzgehan e ku gelek gundan û deverên pevgirêdayî lixwe digre," Cibûrî got, anî ziman ku xuya ye ku rêxistin dixwaze ku wê weke bingehekê ji bo destpêkirina êrîşan bikar bîne.

"Ev e ya ku bi berdewamî çêdibe, ligel êrîşên serbazî yên ku carinan pêk tên bi dirêjahiya hêlên berevaniyê yên hêzên ewlekarî re," wî got, ku bi awayekî sereke metirsiyê li ser zeviyên petrolê yên Icêl û Ellas û bajarên Kerkûk, Şerqat û Tikrît çêdikin.

"Fermandariya serbazî metirsiya ku hebûna terorîstan li Hewîca çêdike dizanin, û rizgarkirina wê yek ji berîtiyên wan e piştî vegerandina Mûsilê," Cibûrî got.

Xelkê bajarok li jêr desthilata DAIŞ hatine ezyetdan

DAIŞ xelkê Hewîca bi hincetên cuda, û bêyî ti dilovanî zindan, îşkence dikin û heta dikujin jî.

Gelek xelkê "jiyanên xwe dixin metirsiyê daku ji vê zordariyê rizgar bibin, û daku azara wan bo demeke dirêjtir nedome", wî got.

Operasyona rizgarkirina Hewîca dê hewceyî asteke bilind ji hevahengiyê navbera hêzên ewlekarî yên cuda be, pisporê ewlekarî û berpirsê berê yê Wezareta Hundir Casim Henûn ji Diyaruna re got.

Wî banga damezirandina odeyeke hevahengiyê ya taybet kir ku hêzên hevbeş ji Selahedîn, Samera û fermandariyên operasyonên Rafîdeyn, ligel hêzên Pêşmerge û polîsê Kerkûkê li xwe digre.

Ev operasyon dê bi hewceyî plankirineke baldar be, wî got, ji ber ku Hewîca warê bi hezarên sivîlên asêmayî ye û rekordeke hovîtiyê ya DAIŞ heye.

Di roja yekem a Cejna Remezanê de (25ê Hezîranê), Henûn got, rêxistinê heft zilam gurandin ku ew bi hevahengiya ligel hêzên Iraqî tometbar kiribûn.

"Ev yek qonaxa dawî ya zincîra tawanên DAIŞ e ya ku li dijî xelkê Hewîca pêk tîne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500