Nûçeyên Iraqê

Danûstandinên Sûriyê yên bi piştgiriya NY dê roja Pêncşemê destpê bikin

Danûstandinên aştiyê yên Sûriyê bi navbênkariya NY dê vê Pencşemê (23ê Sibatê) dîsan destpê bikin piştî sekinandineke 10-mehî, AFP roja Sêşemê ragihand.

Şanderê NY Staffan de Mistura sê gerên danûstandinên binektî birêve birine û got ku ew ne hatiye "xapandin" derbarê derketina lihevkirinekê vê carê.

Lê belê "dem hatiye ku dîsan hewil bên dayîn", wî di konfransa ewlekariyê ya ku dawiya vê haftiyê li Miyûnix hat lidarxisrtin de got.

De Mistura got ku ajenda heman weke gera dawîn a danûstandina ye, wate girûpên dijber dê şêwazê hikûmetê gengeşe bikin, destûreke nû binivîsin, û dêhilbijartinan bi çavdêriya NY rêk bixin, li gorî çarçoveya ku Encûmena Ewlekariyê di sala 2015 de danîbû.

Ofîsa De Mistura hîna pêkhatiya opozisyonê zelal nekirye û tu dîrok ji bidawîhatina vê gerê re destnîşan nekiriye.

Hevdem, roja Duşemê NY hişyarî li ser zêdebûna şerê li devera Şamê da.

Berpirsên NY raportên kuştin û birîndarbûna sivîlan ji sedema bombebarankirnên li deverên Qabûn, Berzê, Tişrîn, û Herasta yên bajar wergirtin, berdevkê NY Ferhan Heq got, dema ku wî qala metirsya zêdebûna şerê dikir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500