Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY bang li dijberên Sûrî dike ku cudahiyan biborînin

Şanderê NY bo Sûriyê pêşiya rojeka temam a danûstandinan roja Înê (24ê Sibatê) bang li alên dijber kir ku ji heqê berpirsyaretiya mêjûyî derkevin û rêkeftinekê çê bikin daku şera şeş-salî bidawî bînin, li gorî AFP.

Danûstandinên li NY li Cinîva bi awayeke fermî roja Pêncşemê ligel hêviyên qels yên şanderê NY Staffan de Mistura destpê kirin.

"Ez pêşbîniya mucîzekê nakim," wî di merasîmên bixêrhatinê de got, û hişyarî jî ji encamên pir xerab da eger danûstandin "dîsan biser neketin".

Danûstandinên rejîmê ligel opozisyonê bo gereke bi navbênkariya NY ya çarê dicivin, ku bi tundûtujiya berdewam û negehiştina çareserekê bo pêşeroja welat a siyasî qels dibin.

De Mistura got ku ew roja Înê dê civînên du-alî pêk bîne bi piranî li ser metodê. Wî got ku "xwena" wî hebûna yek girûpa opozisyonê bû lê belê bal kişand cudahiyên sereke berdewam in.

Erd -- wek erda cografî û diblomasî -- ji dema danûstandinên bi navbênkariya NY bo bidawîanîna kirîzê guhertiye, û aniha opozisyon piştî ku rejîmê Helebê vegerand di cihekî xerabtir de ye.

Hevdem piştrast dike ku astengî hene, de Mistura bang li aliyan dike ku "ligel hev" kar bikin.

"Gelê Sûrî gelekî dixwazin ku krîz bidawî bê û hun hemû vê yekê dizanin... ew di benda çareyekî ne... ji eşkenciyê û xwein bi rêyeke nû ji derveyî bê kabûsî dibînin," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500