Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY hîn dixwaze ku danûstandinên Sûriyê di Tîrmehê de bidomîne

Şanderê NY bo Sûriyê roja Çarşemê (29'ê Hezîranê) got ku ew hîn dixwaze ku danûstandinên aştiyê di Tîrmehê de bidomîne lê destpêkê li garantiyên ku dê pilanên ji bo veguhestineke siyasî pêşve bibin digere, AFP ragihand.

"Em dixwazin di Tîrmehê de be lê ne bi her bihayekî û ne bê garantiyan," Staffan de Mistura piştî civîneke Encumena Ewlekariyê got.

Danûstandinên bi piştevaniya NY dixwazin bigihin çareseriyeke siyasî ji şerê Sûriyê re, ku di encama wê de bêtirî 280,000 kes mirine û bi milyonan ji malên wan derxistine.

De Mistura got ku ew kar dike ji bo piştrast be ku "dema em banga danûstandinan bikin eger heye ku em ber bi veguhestineke siyasî ve pêş bikevin heta Tebaxê", muhla dawî ku girûpa navdewletî ya ku piştgiriya proseya aştiyê li Sûriyê dike destnîşan kiriye.

Nexşerêyeke NY banga avakirina desteyeke veguhêz li Şamê heta 1'ê Tebaxê dike, û piştî wê danîna destûreke nû ku rê li pêş lidarxistina hilbijartinan di 18 mehan de vedike.

Piraniya dîplomatkaran dibînin ku heyama 1'ê Tebaxê ji bo lihevkirin li ser veguhestineke siyasî dê were jidestdayîn, lê De Mistura kêmkirina derfetên pêşketinê red kir, anî ziman ku "siyaseteke gelekî sergirtî pêk tê".

De Mistura got ku divê hikûmeta Sûriyê û opozisiyon vegerin maseyê "bi hestê îradeyê û kar li ser bîrokeyên hevbeş bikin ku cudahiyên navbera herkesî derbarê wateya veguhestina siyasî nêzîk bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500