Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY hêvî dike ku danûstandinên Sûriyê bikaribin di Tîrmehê de dewam bikin

Şanderê NY Staffan de Mistura roja Sêşemê (21ê Hezîranê) got ku ew hêvî dike ku danûstandinên aştiyê yên Sûriyê yên sekinî bikaribin di Tîrmehê de dewam bikin, lê tenê eger rewşa ewlekarî û mirovî li ser erdê bi awayekî xuya baş bibe, AFP ragihand.

Armanca danûstandinên ku bi piştgiriya NY birêve diçin gihiştin bo çareseriyeke siyasî ji şerê Sûriyê re ye, lê ev prose gihişte rêyeke girtî di demekê de ku agirbesteke sist li ser erdê li ser tayekî maye.

"Pencereya derfetê bilez digihe dawiyê ji bilî eger ku em bi rawestandina karên tundutûjiyê ve girêdayî bin, em alîkariya mirovî zêde dikin û em hinekî gihane têgihiştineke hevbeş ji veguhestina siyasî re," de Mistura ji Komeleya Giştî re bi rêya lînkeke vîdyoyî ji Cenêvê got.

"Piştre em dikarin, bi hêvîdarî di Tîrmehê de, danûstandinên di navbera Sûriyan de bidomînin lê ne derbarê prensîpan lê derbarê gavên konkrêt ber bi veguhestineke siyasî ve," wî got. "Ezê vê yekê liberçav bigrim li Tîrmehê lê ne niha, ji ber ku ev yek hîn zû ye li gorî gengeşe û rewşa niha."

Amerîka û Rûsya, hevserokên Grûpa Navdewletî ya Piştgiriya Sûriyê ya 22-neteweyan ku serperiştiya proseya aştiyê dikin, 1ê Tebaxê weke armanc danîne ji bo destpêkirina danûstandinên girîng navbera rejîm û opozîsyona neçakedar a Sûriyê li ser mijara veguhestina siyasî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500