Nûçeyên Iraqê

Çavê şanderê NY li berdewamkirina danûstandinên Sûriyê di Tebaxê de ye

Şanderê NY Staffan de Mistura roja Pêncşemê (14'ê Tîrmehê) bang li Amerîka û Rûsya kir ku piştgiriya berdewamkirina danûstandinên aştiyê yên Sûriyê bikin, ku hêvî kir ku meha bê berdewam bibin, AFP ragihand.

De Mistura got ku ew dixwaze ku "piştrast be ku hêzeke bes, têr û yekalîker heye ji bo dayîna derfeteke bes ji bo destpêkirineke konkirêt û çalak ji gera sêyem a danûstandinên aliyên nav Sûriyê".

"Demeke diyarkirî di Tebaxê de" ji danûstandinan re heye, de Mistura got.

Rûsya û Amerîka piştgiriya nexşerêyekê kirin ku bangî agirbesteke li seranserê welêt û danûstandinên li Cenêvê li ser "veguhestina siyasî" dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500