Nûçeyên Iraqê

Dema pêkhatina danûstandinên Sûriyê yên dahatû ne xuya ye

Dema pêkanîna danûstandinên Sûriyê yên dahatû li Cinêvê roja Înê (27ê Kanûna Duyem) kete gumanê de piştî ku NY got ku ew nikare ragihandina Rûsî ya ku qala paşxistina danûstandin dike tekez bike, li gorî AFP.

Di civîna ku li Mosko ligel kesayetiyên girûpên opozisyona Sûrî ya biçûk pêk hat, Wezîrê Derve Sergei Lavrov got ku danûstandinên bi mêvandariya NY ku qewil bû 8ê Sibatê bê lidarxistin bo dawiya wê mehê hatin "paşxistin".

Lê belê berdevkekî şanderê taybet yê NY Staffan de Mistura got ku "tu piştraskirin" derbarê paşxistina danûstandin tune ye.

Roja Duşemê De Mistura berê xwe da civînekê ligel Emîndarê Giştî yê NY Antonio Guterres, û herwiha ew dê pêşveçûnan bide Encumena Ewlehiyê, berdevkê wî got.

Berdevka NY Alessandra Vellucci jî got ku lîsta kesên dawetkirî bo Cinêvê hîn nehatiye temamkirin.

Meha borî, NY got ku wê "dixwest" ku ew danûstandinên dahatû di 8ê Sibatê pêk bîne, û ji wî çaxî ve de Mistura amaje bi vê tarîx weke "armanc" bo danûstandinên bên kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500