Nûçeyên Iraqê

NY vexwendinên ji bo danûstandinên aştiyê li Sûriyê amade dike

Şanderê NY Staffan de Mistura dê vexwendinên bo danûstandinên aştiyê li Sûriyê bişîne, berdevkê NY roja Çarşemê (8ê Sibatê) ragihand, li gorî AFP.

De Mistura hişyarî dabû opozisyonê ku ew dê di 20ê Sibatê şanderên xwe bo vekirina danûstandinên li Cinîvê helbijêre eger wan heta roja Çarşemê nikarîn ku biryarê li dor kesê ku dê nunerartiya wan bike bidin.

Lê belê wiha xweya ye ku şander ji hişyarîdayîna xwe poşman bû.

"Vexwendin dê di çend rojên bên de bên şandin," berdevkê NY Stephane Dujarric got. "Em hemû dizanin ku ev prosesên han komleks in û hewceraê gelek nîqaş û şêwira ligel xelkan in."

Armanca danûstandinên Cinîvê bidawîkirina şerê Sûriyê ye ku şeş salan dirêj kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500