Nûçeyên Iraqê

Şanderê NY çarçoveyekê bo danûstandinên Sûriyê datîne

Şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura roja Yekşemê (26ê Sibatê) got ku çend danûstandinên aştiyê yên din pêwîst in daku bigihin rêkeftinekê, û dê sê mijarên gotûbêjê yên sereke deynin, li gorî AFP.

Di rûpelekê de ku dane her du aliyan, de Mistura got ku di dawiya vê civatê de "em dê bigihin têgehiştineke hevbeş ya kûrtir bo berdewamkirina gerên dê bên de" di her mijarekê de.

Danûstandinkarên rejîma Sûrî û opozisyonê di Cinîva de ne bo gereke çarê ya danûstandinên bi navbênkariya NY, lê belê ev yek bi êrîşên li ser erdên nediyar maye.

Gengaz e danûstandin heta 5ê Adarê berdewam bibin, çend rojek dirêjtir ji plana sereke, li gorî jêderekî opozisyonê. Roja yekem ya tijî gotûbêj roja Înê bû.

Girûpa opozisyona Sûrî ya sereke di danûstandinan roja Şemiyê rejîmê bi "sekinandinê" tawanbar kir, piştî ku birêveberê şanda rejîmê ji hemû aliyan kir ku şermezariya êrîşeke kujer ya xwekujekî li Humsê bikin.

Komîteya Danûstandinan ya Bilind ev tometkirin kirin piştî ku danûstandinkarê rejîma Sûrî Beşar Ceaferî got ku her tu şanderên opozisyonê ku qebûl nekirin êrîşê şermezar bikin "şirîkê terorîzmê" ne.

De Mistura sê "zembîlên" problemên ku divê danûstandin li ser wan bên pêkanîn pênasand, hukmkirin, destûr û helbijardin.

"Min ji we xwestiye ku hûn di proseyeke berdewam û tevlîker di çend hefte û mehên bê de beşdar bibin. Eger em dê serkevin, em dê hewceyê gelek gerên danûstandinan bin, wek çawa xuya dike," wî nivîsand.

Heta niha tu danûstandinên rû-bi-rû di naverba her du aliyan de çênebûne, û şanderê NY ligel her yek ji wan bi cudahî dicive, mîna her sê gerên borî de.

Tevî vê yekê, "ez di civînên dualî de di van danûstandinên destpêkê de ji hemû egerên beşdarbûn û danûstandinên dîrekt di navbera aliyan de vekirî bimînim", de Mistura got.

Wî zincîreke "rêsayên bingehîn" ji danûstandinan re danî, mîna "rêza aliyên din ên amade di civînan de bigrin".

Wî got ku ew plan dike ku rojeke seretayî li ser van sê mijaran biborîne, û rojeke din ji her mijarekê re.

"Diyar e ku tu pêşketin li tu zembîlekê nayê pêşwazîkirin. Herwiha diyar e jî ku tu tişt nagihe lihevkirinê heta hemû tişt negihin lihevkirinê," wî got. "Ez hêvî dikim ku di dawiya vê gerê de em dê bigihin têgehiştineke hevbeş ya kûrtir bo berdewamkirina gerên dê bên de di her zembîleke mijarekê de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500