Nûçeyên Iraqê

Finlenda birayên cêwî ji ber komkujiya DAIŞ li Iraqê dadgeh dike

Birayên cêwî ên Iraqî roja Çarşemê (13ê Kanûnê) li Finlendayê ji ber rola wan di komkujkirina 2014an a 1,700 leşkerên bêçek ku ji aliyê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê hatibû kirin hatin dadgehkirin, AFP ragihand.

Birayên 24-salî, yên ku weke penaxwaz hatibûn Finlanda di Îlona 2015an de û piştî çend mehan hatin girtin, tometbariya xwe ji tawanan red kirin.

Dadgehkirin roja Sêşemê bi karûbarên yasayî destpê kir, û gumanbar ne li hola dadgehê bûn.

Dozgeriyê daxwaza zindana hetayî ji bo herdu birayan kir ku rola wan di komkujkirina leşkerên bêçek de hebû, ku piraniya wan Şîe bûn ku li derveyî bingeha leşkerî ya Speicher li Tikrîtê hatibûn girtin.

Tê gotin ku yek ji her du birayan di vîdyoyeke propaganda ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû belavkirin derdikeve, ku herî kêm 11 girtiyên ku di kortekê de bi darê zorê ji bo îdamkirinê xwedirêj kiribûn gulebaran dike.

Cîgira dozgerê giştî Raija Toiviainen got ku roleke çalak a cêwiyan di komkujiyê de bi tevahî hebû, ji ber dîlgirtin û veguhestina qurbaniyan, di demekê de ku hemû dizanin ku dê encam îdamkirina wan be.

Cêwiyan herwiha bi sûcê pêkanîna tawanên şer ji ber gumana kuştina leşkerên bêçek, ligel "êrîşkirina tund bi armancên terorîstî" hatine tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500