Nûçeyên Iraqê

Tundrew ji herêma veqetîner a sûrîyayê nevekişîyan, û rêkeftin xistin di xeterîyê de

Tundrewên li parêzgeha Idliba Sûrîyayê li gorî heyama hetibû destnîşan, ku roja Duşemê (15ê Cotmehê) diqede, ji herêma veqetîner a plankirî li dawîn asêgeha opozîsyonê li welat nevekişîyan, û rêkeftina bo rawestandina herikîna xwînê xistin di xeterîyê de, li gorî AFP.

Rêkeftina Rûsî-tirkî ya agirbestê ku berî mehekê hatibû wajûkirin heta 15ê Cotmehê mohlet dabûn "çekdarên radîkal" bo ew ji herêma bêçek, ya dikeve navbera navçeyên li jêr kontrola hêzên opozîsyên û rejîmê d, vekişin.

Ev rêkeftin dawîn hewldan bû bo rêgirtin li ber êrîşeke berfireh a rejîmê li ser Idlibê..

Lê heyama destnîşankirî bi dawî hat bêyî ku tundrew ji herêmê vekişin.

"Me vekişîna tu çekdarên tundrew ji tevahîya zona bêçek bibelge nekiriye," Serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdul Rehman sibeha Duşemê ragihand.

Heta nîvê şeva Duşemê bi tundrewan re ye bo ew vekişin, li gorî Ramî Ebdul Rehman û du fermandarên opozîsyonê li Idlibê.

Berî çend demjimêran ji bidawîhatina tifaqa şerrawestandinê, tundrewên Tehrîr el-Şam ragihanidn ku ew dê şer bidomînin.

Tê payîn ku dema destnîşankirî, roja 10ê Cotmehê, bo hemû şervanên opozîsyonê û tundrewan bo vekişandina çekên xwe ji herêmêpêbendî bi wê hebû.

Rewangehê ragihand ku Derengîya roja Şemîyê, hawenan ji herêma veqetîn çepên rejîmê kirin armanc û du leşker kuştin, ev yek jî nîşandereke ku dibe çekên giran li herêmê mabe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500