Nûçeyên Iraqê

Nemsa Sûriyekî ji ber kuştina 20 kesan li welatê wî hetahetayî zindan dike

Koçberekî Sûrî hetahetayî li Nemsa hat zindankirin ji ber îdamkirina 20 serbazên birîndar ên rejîmê li welatê xwe, AFP roja Pêncşemê (11ê Gulanê) got.

Dadgeha Insbruk hukmê xwe Çarşema borî ragihand piştî ku desteya dadgêran dît ku gunehkarê 27 salî destê wî di 20 tometên "kuştinê weke tawaneke terorî" heye.

Zilamê, ku tomet înkar kir, li penageheke penaberan li wîlayeta Tyrol di Hezîranê de hat girtin piştî ku ji aliyê hevalekî xwe yê Sûrî ve hat şermezarkirin.

Li gorî medyaya Nemsayê, tawanbar xwe li pêşiya daxwazkarên penaberiyê yên din şanazî kiribû bi girêdana xwe bi yekîneyeke opozîsyonê û teqekirin li hêzên bêçek an ên birîndar ên ser bi rejîmê ve.

Piştî girtina wî, zilam destpêkê li kuştinên di 2013-2014an de li herêma rojavayî ya Humsê mukir hat lê piştre ji mukirhatina xwe poşman bû, got ku gotinên wî şaş hatine wergerandin.

Wergêr ev yek li dadgehê red kir: "Tometbar ji min re got ku wî teqe li serbazên xwedî birînên kûr kiriye. Min jê xwest ku îdiaya xwe vegerîne û wî wisa kir."

Zilamê, ku nehat binavkirin, bi tometa tawanên şer li gorî qanûna Nemsayî hat hukmkirin.

Nemsa nikarî wî radest bike daku li Sûriyê were dadgehkirin ji ber şerê navxweyî yê şeş salî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500