Nûçeyên Iraqê

DAIŞ Tedmurê piştî vekişîna artêşê vedigerîne

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Yekşemê (11ê Kanûnê) Tedmur vegerand piştî ku hêzên çekdar ên Sûriyê ji bajarê biyabanî vekşiyan, AFP ragihand.

"Tevî êrîşên asmanî yên berdewam, piştî ku artêşa Sûrî ji başûrê bajar vekşiya, DAIŞ tevahiya Tedmurê vegerand," serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman got.

Tundrewan pêşketineke bilez li seranserî bajar pêk anîn piştî ku taxeke bakurê bajar derbas kirin û kelha binavûdeng li rojavayê Tedmurê girtin.

DAIŞ hefteya borî dest bi êrîşekê nêzî Tedmurê kirin, ku cihekî Mîrata Cîhanî ya UNESCO ye.

Wê nêzî 100 endamên hêzên hikûmeta Sûrî kuştine ji destpêka êrîşên hevdemî li ser cihên hikûmetê yên nêzî Tedmurê roja Pêncşemê, Rewangehê got.

Girûpê hinek dever armanc girtin di nav de yên nêzî zeviyên petrolê yên Mehr û Şaar xalên pişkinînê yên hikûmetê, saylo û gundê Cezal, li bakurê-rojavayê Tedmurê kontrol kirin, berî ku li bajarê biyabanî roja Şemiyê pêş bikeve.

Lê tevî êrîşên asmanî yên berdewam û gehiştina bihêzkirinên artêşa Sûrî, piştî çend saetan DAIŞ bajar kontrol kir, Rewangehê got.

Şarezayan got ku gelek faktor şîroveya vegerandina şok a bajar ji aliyê DAIŞ dikin, weke cihê wê yê cudakirî li biyabana rojhilatî ya parêzgeha Humsê, ku li wir girûpê karî di demeke kurt de deverê kontrol bike.

"Cografyaya bajar, ku çiya li derdora wê ne, berevaniya li wî zehmet dike," Romain Caillet, şarezayekî girûpên cîhadî, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500