Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: DAIŞ 15 çekdarên rejîma Sûrî li nêzî Tedmur dikuje

Çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) 15 çekdarên Sûrî û çekdarên alîgir li nêzî Tedmurê roja Înê (9ê Kanûna Yekem) kuştin, û ev yek xesarên hukmetê digehîne herî kêm 49an di 24 saetan de ji pevçûnan, AFP ragihand.

Pêşketina milîtanan wan 4 kîlometran nêzî biyabana bajar kir, ew devera ku hêzên hukmetê di Adarê de girtibû piştî ku DAIŞ wêranbûneke gelek mezin gihande asewarên wê yên kevinar , Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Çekdarên DAIŞ êrîşên di heman dem de li ser çend molgehên hukumî li biyabana rojhilatî ya parêzgeha Humsê roja Pêncşemê pêk anîn , weke cihên nêzî erdên Mahr û Şaar yên petrolê û gazê.

DAIŞ rêbendên hukmetê, saylo, û gundê Cezel, li bakûr-rojavayê Tedmur kontrol kir, û êrîş jî hîn didome, Rewangehê got.

Artêşê piştevanî anî û êrîşên asmanî li dijî DAIŞ pêk anîn weke hewileke ji bo vegerandina erdên ku wê ji dest daye.

Milîtan jî rastî xisaran hatin, Rewangehê got, lê belê hejmarên bi dîqet ne berdest in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500