Nûçeyên Iraqê

2 kes di teqînên xwekuj ên DAIŞ de li Hemayê li Sûriyê hatin kuştin

Herî kêm du kes di teqînên xwekujî yên degmen li navenda bajarê Hema yê Sûrî roja Duşemê (3yê Cotmehê) hatin kuştin, ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berpirsyariya wê kiriye sitûyê xwe, AFP ragihand.

Ajanseke nûçeyan a hukmetê li ser zarê jêderekî polîs dibêje ku du "terorîst" kemerên xwe yên teqîner li nêzî Meydana Asî li navenda bajêr di 15 xulekan de teqandin.

Di êrîşê du kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn, parêzgerê Hema Xesan Xelef ji televizyona dewletê re got.

Li gorî Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirov yek ji teqînan êrîşî avahiyeke partiya Baes ya dethilatdar kir.

Ajansa nûçeyan a DAIŞ got ku çekdarên girûpê êrîşên xwekujî li dijî avahiyên hukmetê li navenda bajar bi rêya êlekên teqîner pêk anîn.

Ev yek yekemîn êrîşa ku DAIŞ li sitûyê xwe digre li Hema, ku ew kêmzêd e ji tundûtujiya cenga pênc-salî ya Sûriyê bi dûr e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500