Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: DAIŞ 26 leşkerên rejîma Sûrî li Humsê dikuje

Çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Sêşemê (8ê Kanûna Yekem) herî kêm 26 endamên hêzên rejîma Sûrî kuştin di êrîşekê de li ser molgehên rejîmê li parêzgeha Humsê, AFP ragihand.

DAIŞ êrîşên hevdemî nêzî erdên petrolê û gazê yên Mahr û Şaar û li cihên din li biyabana rojhilatê Humsê ku li wir pevçûn dewam dikirin destpê kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"DAIŞ karî kontorla heft rêbendab bike û cihên din jî ku di destê hêzên rejîmê de bûn, ku ew neçarbûn di nava pevçûnên giran de vekişin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

DAIŞ gelek bajarên sereke weke Humsê girtibûn, lê belê ji hemiyan ji bilî biyabana rojhilatê parêzgehê hatibû derxistin. Ew aniha bi awayekî sînordar êrîşî molgehên artêşê yên li deverê dike, herwiha erdên petrolê yên di bin kontrola rejîmê de jî.

Hin beşên bakûrî yên Humsê ji aliyê çend girûpên opozisyonê ve hatine girtin, lê rejîm beşên din ên parêzgehê kontrol kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500