Hêzên rejîma Sûrî bi piştevaniya balafirên şer ên hevbendan roja Pêncşemê (2yê Adarê) derxistina Tedmur ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) qedand, AFP belav kir.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku DAIŞ bi temamî ji biyabana bajêr vekişiya piştî mînkirina çend deveran.
"Artêşa Sûrî hîna jî taxan ji mînan pak dike û heta niha li tevahiya bajar bicih nebûye," rêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.
Medya hikûmetê raport kir ku hêzên rejîmê "kontrola Tedmurê û zeviyên li derdorê bidest xistin piştî zincîrek ji operasyonên serbazî yên serkeftî".
DAIŞ bajar cara yekê di Gulana 2015an de kontrol kir lê belê di Adara 2016an jê hate derxistin, û Tedmur careke din di Kanûna Yekem de xiste destê xwe çaxê ku rejîma Sûrî baldariya xwe dabû rojhilatê Helebê ku di dest opozîsyonê de bû.