Nûçeyên Iraqê

Hêzên rejîma Sûrî li nava Tedmurê şerê DAIŞ dike

Li gorî raporteke Ajansa AFP, hêzên rejîma Sûrî derbasî nava bajarê Tedmurê bûne daku bajar ji nav destên DAIŞ vegerînin, lê belê bipêşveçûna wan îroj Pêncşemê ( 2yê Adarê ) ji ber mayînên ku çekdarên DAIŞ çandine, giran bû.

Ev çend hefte ne ku rejîma Sûrî û hêzên hevpeyman ji bo ku bigihin bajarê Tedmurê, şer dikin.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, duh Çarşemê derengê şevê, hêzên rejîmê sînorên rojavayî yên bajarê Tedmurê derbas kirin û ji encama wê, çekdarên DAIŞ neçar man ku ber bi deverên rojhilatî ve vekişin.

"Çekdarên DAIŞ ji bajar vekişîyan piştî ku wan mayîn li seranserê bajarê Tedmurê çandin. Lêbelê hîna jî xwekujên DAIŞli taxên rojhilatî ve mane," birêveberê Rewangehê, Ramî Ebdulrehman, got.

Hêzên rejîmê hîn negihane nava bajar û û ne beşê wê yê rojhilatî, wî got jî, û ne jî şûnewarên dîrokê yên ku beşê rojavayî yê bajar pêk tînin.”

"Tu çekdarên DAIŞ li Bajarê Dîrokî yê Tedmurê nemane, lê belê mayîn bi berfirehî hatine çandin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500