Nûçeyên Iraqê

Alîkariya NY hêlên şer ên Sûriyê ji bo cara yekemîn di çend hefteyan de qut dike

Karwaneke alîkariyên NY ku ji xwarin, av, û pêdviyên sereke yên din pêk tê roja Sêşemê (22ê Mijdarê) karî eniyên pêşî yên şer li Sûriyê qut bike daku bighe bajarê di bin destê opozisyonê de, weke yekem alîkariyên ku xeta şer vê mehê derbas dikin, AFP ragihand.

Xwarin û alîkariyên din dê alîkariya 107,500 Sûrî ku li Restan û gundên nêzî wê jiyan dikin li devera Humsê ku ji meha Tîrmehê ve tu alîkariyan wernegirtiye bikin.

Belavkirin, ku danûstandinên kompleks birêve diçin daku ewlehiya karmendên alîkariyê piştrast bike, rojekê piştî ku şanderê alîkariyên NY Stephan O'Brien ji Encumena Ewlekariyê re got ku krîza mirovî li Sûriyê xirabtir dibe .

O'Brien got ku tû alîkariyên ku xetên pêşên ên şer qut dikin di meha Mijdarê de tune bûn tevî zincîreke biryarên NY ku wan banga gehştineke bêsînor ji bo alîkariyên mirovî dikir.

Sê karwanên alîkariyê di vê dawiyê de hatine veguhestin bo cihên ku bizehmet tên gihştin ku li xalên hêzên ewlekariyê yên Sûrî yanjî mîlîsên ligel hukmetê tên vegerandin, wî got.

Gehandina karwana alîkariyê ya çaremîn bo gundewarên Humsê di destpêka vê heftiyê de biserneket ji ber derengbûnê û bombebarankirina li devera di bin kontrola opozisyonê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500