Nûçeyên Iraqê

Karwanek NY hat talankirin û hîna jî alîkarî nagihêje sivîlan

Çekdarnan destê xwe danî ser karwaneke alîkariya ku berê xwe dida devereke dorpêçkirî li Sûriyê û ew talan kirin û li ajovana dan bi tenê çend rojekê beriya danûstandinên aştiyê yên ku roja Pêncşemê (23ê Sibatê) li Cinêvê destpê kirin, serokê alîkariyên NY roja Çarşemê got.

Serokê alîkariyên NY Stephen O'Brien ji Encumena Ewlekariyê re got ku qewl bû ku du karwan bigihin devera opozîsyonê li Wa'er li nêzî Homsê, lê roja Yekşemê yek ji wan neçar bûn bi paş de vegere ji ber agirê segvanan, AFP got.

Di rojên piştre de, bombebarankirin û agirê tifingan nehiştin ku lorî bigihêjin bajarok, wî got, lê di rêya vegerê de, çekdaran karwan revande devereke di bin kontrola rejîmê de.

"Ajovan û lorî bi awayekî demkî hatin girtin, û hinek ajovanan gotin ku ew rastî şidetê bûn, lê ew hatin serbestberdan, beyî ku pêwistiyên mirovahî, û her kes bi selamet e," O'Brien got.

Heftiya borî NY daxwaz ji rejîma Sûrî kir ku rê bide ku alîkarî bigihêjin Wa'er weke "niyazpakiyek" beriya destpêkirina gotubêjên aştiyê li Cinêvê roja Pêncşemê.

O'Brien buyer şermezar kir û ew weke "negirîngîdan bi parastina jiyana xebatkanê di warên mirovî de hejmart" û got ku dê xebatên bo gihiştina Wa'er bidomin, ji ber ku ev çar meh in ku alîkarî negihiştine 50,000 sivîlên ku li wir dijîn.

Li bajarokên Medaya and Kefrîya yên dorpêçkirî, di rojên dawî pênc kes mirin, di nav de dayikeke ku di ber zaroka xwe de jiyana xwe ji dest da, O'Brien got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500