Nûçeyên Iraqê

NY: Berhemdana xwarinê li Sûriyê gelek nizm bûye

Krîza çandiniyê li Sûriyê berhemanîna xwarinê heta bi nizimtirîn ast kêm kirye û metirsiyên reva xelkê welat ji ber birçîbûnê zêde dike, AFP roja Sêşemê (15ê Mijdarê) ragihand.

"Nebûna ewlehiya û keşûhewaya ne baş" li hin deveran li welat "astengîkirina gehştina bo erdan, pêdviyên çandiniyê û bazaran" didomîne , Rêxistina Xwarin û Çandiniyê di raportekê de ku ligel Programa Xwarinê ya Cîhanî ya NY nivîsandiye got.

Rêxistinê hişyarî da ku "zirarên giran ne tenê ser ewlehiya xwarinê ya saziyên çandiniyê lê belê ser hebûna xwarinê jî", "dibe ew bibe sedema awarebûnên zêdetir jî".

Şerê berdewam ji gelek cotyaran re gehştina bi erdên çandiniyê û jêderên avê zehmet dike, hevdem nirxê xwarina dewaran gelek bilind bûye, vê yekê "gelek malbatên şivan neçar kiriye ... ku berx, bizin û qaz û mirîşkan bifroşin anjî serjê bikin", raportê got.

Nirxên ku her diçe bilind dibin û kêmbûna semad û tov jî ziyan dighînin cotyarên berhemên werzî, ku "ji bilî hiştina berhemanîna xwarinê tu bijareyên din tune ne eger ew di cih de piştgiriyê wernegirin".

Berhemanîna genim bi rêjeya 55% kêm bûye, û krîza avê cotyaran neçar dike kuberê xwe bidin berhemên bihêztir lê bi sûdeke kêmtir, raportê got.

Piştî ku ew henarderê samanê dewaran bû, Sûriye rastî kêmbûna erd û garanan bûye ji destpêka krîzê ve, raportê got, bal kişand ku "rêyeya 30% ji garanan kêm bûye, û 40% ji pez û bizinan, û rêjeya %60 ya gelek bilind a qaz û mirîşkan kêmtir bûye".

"Hejmareke mezin a cotyaran nikarin berdewam bin," raportê got, bal jî kişand ku dora 80% ji malbatên Sûriyê ji niha ve rastî zehmetiyê tên di gehştin anjî kirîna xwarinê de û dibe ku rewş xirabtir bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500