Nûçeyên Iraqê
Aborî

Iraq alîkariya cotkaran li deverên rizgabûyî di firotina berhemên werzî de dike

Xalid el-Tayî

Traktoreke bi genim barkirî, dê bi insiyatîfa Wezareta Çandiniyê li Diyala bê markêtkirin da ku firoştina berhemên deverên rizgarbûyî hêsan bike. [Wêne ji rûpela Diyala Media di Facebook de]

Traktoreke bi genim barkirî, dê bi insiyatîfa Wezareta Çandiniyê li Diyala bê markêtkirin da ku firoştina berhemên deverên rizgarbûyî hêsan bike. [Wêne ji rûpela Diyala Media di Facebook de]

Iraq kar dike ku berhemên çandiniyê li deverên rizgarbûyî ji destê "Dewleta Islamê li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vejîne û berhemên niştîmanî yên stratejîk mîna genim û ceh biçîne.

Di fermana arastekirî ya 22'ê Hezîranê de, Wezareta Çandiniyê ragihand ku wê pêşwazîkirina genim û ceh ji tevahiya cotkaran li deverên rizgarbûyî hêsan dikir bi rêya vekirina sayloyên ku dê cihên komkirin û markêtkirinê bin.

Du navendên sereke li Zemmar û Rabîa li parêzgeha Neynewa hatine vekirin, û hewldan didomin da ku navendên bêtir li deverên din ên rizgarbûyî bên vekirin, berdevkê wezaretê Hemîd el-Nayif ji Mewtinî re got.

Demsala markêtkirina genim û ceh li Iraqê bi taybetî meha Gulanê destpê dike û dora sê mehan dimîne, wî got jî.

Bi hevahengiyê ligel hêzên Iraqî, wezaretê rêyeke ewle ji traktorên ku berheman vediguhezin bo cihên komkirinê misoger kir û têstên li taqîkirinê encam dide da ku li ser kalîte û nûbûna berheman bisekine dema gihiştina wan.

Wezaretê "ti kêmasî di hewldanan de nekir"

Wezaretê "ti kêmasî di alîkarîkirina cotkaran de nekir, bi taybet li deverên rizgarbûyî, da ku zeviyên çandiniyê bûjandin bike û asta berhemanîna tevahiya berheman baştir bike", el-Nayif wiha got.

"Di roniya stratejiya pêşvebirinê de, me hişt wergirtina qerzan pêkan be da ku projeyên çandiniyê veçalak bikin," wî got, bibîr xist jî ku ev yek bo sewalan û berhemên çandiniyê berdest e.

Semad û êm bi nirxên daşikandî tên misogerkirin, wî got, tevî sîstemên pêşketî yên cohtkirin, semadkirin û amûrên çinînê.

Wezaretê herwiha elektirîk û ava bo avadana projeyên çandiniyê pêşkêş kirine, jêderên avadayînê parastine, û kenal û jêrxaneyên din ên çandiniyê paqij kiriye, el- Nayif got.

"Em ber bi baştirkirina nûavakirinê û bûjandina sektorê çandiniyê diçin," got jî.

Berhemên çandiniyê bi giranî rastî ziyanê hatine

Çekdarên DAIŞ derbasî rûbereke berfireh a zeviyên parêzgeha Diyala di meha Hezîranê sala 2014'an bûbûn, serokê rêvebiriya çandiniyê li parêzgehê Muhemed Necîb ji Mewtinî re got.

"Teroristan hewl dan ku beşên mezin ji parêzgehê têxin destên xwe, ku bi piranî ji bistan û çolên çandiniyê pêk tê, beriya ku hêzên ewlekariyê wan der bikin û tevahiya herêmê di dawiya wê salê de rizgar bikin," wî got.

Ew bû sedema xisarên mezin ên di warê çandiniyê de, wî got jî, "belê bi saya hewlên hevpar ligel hikûmeta xwecihî me tehedî derbas kirin û me jiyan vegerand çandiniya Diyala".

"Sipas bo karê bi jêhatî, me dikarî vê salê bêtirî ji 200,000 tonên genim û 35,000 tonên ceh berhem bikin," Necîb got.

"Ew qebara ne, ku hatin firoştin bo imbaran, tevahiya pêdiviya parêzgehê dabîn dike," wî got jî.

Corên cûda ên piştgiriyê bo cotkaran

"Em dê li gorî pilaneke kar giraniyê bidin piştgirîkirina cotkaran bi tov, amûrên çandiniyê û semadan, û aniha em amadekariyan dikin ku 40,000 tonên semada yûrya û diyamonyum fosfat (DAP) bidin wan," Necîb got, da zanîn jî ku ew semad di çandiniya genim de tên bikaranîn.

Rêveberî kar dike ku veguhistina avê ji cotkaran re li gorî xişteke dabeşkirinê ya dadmendane dabîn bike, wî got jî.

Û bicihanîna biryara hikûmetê ya paşxistina komkirina deynên li ser cotkarên ku zirarê ji kiryarên DAIŞ li parêzgehê dîtine hat destpêkirin daku wan han bidin ku zeviyên xwe biçênin, wî got.

Perlemantarê Iraqî Ferîd el-Ibrahîmî, ku di komîta çandiniyê ya peleman de dixebite, hewlên piştgirîkirina cotkaran anî ziman "ew insiyatîveke girîng e ku dikare alîkariyê di hilnadina karvedanên nerênî yên terorizmê li ser sektorê çandiniyê hiştine de bike".

Cotkarek ji Diyala Muxlif el- Ezawî, 64 salî ye, ji nahiya el Ezîm, ji Mewtinî re got ku rêvebiriya çandiniyê li parêzgeha wî hewldanên "bi zehmet" daye daku serketina markêtkirina berhmê genim misoger bike.

"Wan alîkariya me di veguhestina berhemên me de kir ew jî bi dabînkirina ewlehiyê bo traktoran û hêsanîkirina proseyên taqîkirinê," wî got. "Berî vê yekê, wan hemû piştgirî û guhlêdan pêşkêş kirin da ku zeviyên me vegerin weke berê ."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500