Nûçeyên Iraqê

Vekolîn: erdên çandiniyê yên avdayî li Sûriyê ber bi nîvê ve kêm dibin di heyama şer de

Şerê li Sûriyê û herikîna awareyan guherînên dijwar di bikaranîna avê û awayê bikaranîna erdên çandiniyê de pêk anîne, li gorî şiroveke ya yekemîn bi vî corî ya dataya setelaytan ku roja Duşemê (5ê Kanûnê) hatiye belavkirin, AFP ragihand.

Erdên çandiniyê yên avdayî bi rêjeya 47% ji salên 2013-2015 kêmtir bûne, raportê got, ku di Dûvçûneke Akadimya Nîştimanî ya Zanistan de, ku gokovareke zanstî ye belav bûye.

"Reva awareyan sedema kêmbûna dijwar ya çandiniyê ye, û ji ber vê yekê kêmbûna ava avdanê ye li Sûriyê," vekolînê, ku ji aliyê vekolerên Zanîngeha Stanford li Kalîforniya hatiye serperştîkirin, got.

Vekolîn fokes xiste ser rêya çemê Yermûk-Ûrdun, ku ew di Sûriyê, Ûrdun, û Îsraîl re diherike.

Ji ber ku şer pêk anîna vekolînê li ser erdê zehmet dike, vekoler Jim Yoon biryar da ku wêneyên satellite ji Google Earth Engine bikar bîne.

Wêneyên pêkhatî ku ji 11 mezintirîn ava ser erdê pêk tê di kontrola Sûriyê de ye, di çapemeniyê de kêmbûna 49% di xezna avê de diyar dike.

Hevdem, kêmbûna keskahiya ku ji asman ve diyar dibe diyar dike ku erdên avdayî bi rêjeya 47% li deştê kêm bûye.

"Ev cara yekemîn e ku me karî em şiroveke berfireh a ji dûr ve li zona şer pêk bînin û em têkilya di navbera krîz û samanên avê de rave bikin," sernûser Marc Muller, ku vekolereke li taqîgeha Steven Gorelick, profesore li Dibistana Erdê ya Stanford û Zanistên Wize û Jîngehê, got.

"Bandor gelek bihêz bû, gelek asan bû ku ev yek dîrekt bên dîtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500