Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûriyê berî agirbestê dîsa êrîşî Helebê dike

Çekdarên opozîsyona Sûriyê dîsa hewl da ku dorpêça rejîmê li ser Heleba rojhilat roja Pêncşemê (3ê Mijdarê) bişkîne û berî çend saetan ji destpêkirina agirbesteke kurt ku ji aliyê Rûsya ve hat ragihandin beşên bajar ên bin destê rejîmê topbaran kirin, AFP ragihand.

Çekdarên opozîsyonê ketin şerekî giran ligel hêzên rejîmê li gelek navçeyan li gundewarên rojavayî, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Şerê herî tund" li derdora taxa Heleb Cedîda bû, wê got.

"Eger Heleb Cedîda girtin, dikarin ber bi compleksên serbazî ve pêş bikevin," serokê Rewangehê Ramî Ebdilrehman ji AFP re got.

Hêzên rejîmê êrîşên asmanî li deverên ku şer li wan diqewimî pêk tanîn, wî got, lê taxên bin destê opozîsyonê li rojhilatê bajar bi piranî aram bûn.

Rewangehê got ku 11 kes di gera dawî ya tundutûjiyê de hatin kuştin, di nav de çar zarok.

Rûsya roja Çarşemê got ku ew dê "ragirtineke şer a mirovî" ya 10-saetî bo Helebê roja Înê bicih bike, ew yek hana NY da ku hişyariyê bide ku "nabe ku operasyonên mirovî girêdayî destpêşxeriyên serbazî yan siyasî bin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500