Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê êrîşa Helebê tundtir dike tevî dirêjkirina agirbestê

Artêşa Sûriyê agirbesteke li seranserî welêt bo sê rojên din dirêj kir lê roja Sêşemê (12'ê Tîrmehê) şerê li dijî çekdarên opozîsyonê li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê berdewam kir.

Di daxuyaniyekê de dawiya Duşemê, hêzên çekdar ragihandin ku ew dê "rawestandina şer li hemû axa Sûriyê bo 72 saetên din dirêj bikin" ku ew dirêjkirin di saetên destpêkê yên Sêşemê de destpê kir.

Ev dirêjkirina duyemîn ji agirbestê re ye, ku ya yekem hefteya borî hat ragihandin ji ber Cejna Remezanê. Lê agirbestê hinekî şer kêm kiriye, ligel êrîşên berdewam li dora Helebê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Balafirên şer aliyên bakurê bajêr bombebaran dikin û rejîmê dest danî ser çend avahiyan li taxa pîşesazî ya Lêremûn, serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got.

Çekdarên opozîsyonê Lêremûn û taxa Benî Zeyd a nêzîk ji bo avêtina rokêt û topan li ser beşên di bin destê rejîmê de ji bajêr bikar tanîn, wî got.

Di van rojên dawî de, çekdarên opozîsyonê gelek mûşek avêtin aliyê rojava ji Helebê ku di bin destê rejîmê de ye, bi dehên sivîlan kuştin, lê belê çekdarên opozîsyonê li beşê rojhilatê Helebê şerê hêzên rejîmê dikin bi dirêjahiya çepera ku bajar dike du beş.

Ebdulrehman got ku belgeyeke kêm heye derbarê bandordariya agirbestê li cihê din ji welêt.

"Pevçûn li her cihî hene -- Hums, Hema, Laziqiya, Heleb. Tenê Derea aram e," wî got.

Rewangehê got ku êrîşên asmanî li Rêya Kastêlo dan, rêya piştgiriya opozîsyonê ya sereke bo Helebê, roja Sêşemê. Çekdarên opozîsyonê dest bi êrîşeke bersivdayînê ji bo vekirina rê kirin lê ti pêşketin bi dest nexistin.

Bi girtina tund a rê, tirs heye ku nêzîkî 200,000 kesên li taxên bin destê opozîsyonê rastî dorpêçeke demdirêj werin, Rewangehê got.

Roja Sêşemê, NY got ku ew "gelekî bitirs e" derbarê rewşa li nav û derdora Helebê.

Berdevka NYê Alessandra Vellucci got ku piraniya xelkê li rojhilatê Helebê "gelekî hewcedarên alîkariyên mirovî ne" û gihiştin bo wî aliyê bajar niha "bi rastî negengaz e".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500