Nûçeyên Iraqê

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Kîmawî bertek li ser êrîşên Helebê nîşan da

Ajansa navdewletî ya enerjiya çekên kîmawî roja Çarşemê (7ê Îlonê) got ku ew "aciz e" ji ber bikaranîna madeyên kîmawî yên jehrî li bajarê Heleb ê Sûriyê, ku bi dehên kesan hewceyî dermankirinê ne ji ber ku rastî pirsgirêkên nefesê hatine, AFP ragihand.

"Em aciz in ji ber îdiayên dawî yên bikaranîna çekên kîmawî yên jehrî li Helebê," rêvebirê giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî Ahmet Uzumcu, di daxuyaniyekê de got.

"Îdiayên wisa gelekî bi ciddî têne girtin. Bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê her kesekî ve, li her derê û di bin her şertûmercekî de nayê pejirandin," wî got.

Zêdetir ji 70 kesan roja Sêşemê rastî tengbûna nefesê hatin piştî ku helîkopterên rejîmê bombeyên bermîlî barandin li ser navçeya bin destê opozîsyonê li bajar, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Bombeyan hiştin ku xelk hewceyî dermankirinê bibin, Rewangehê got, anî ziman jî ku piraniya wan sivîl bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500