Nûçeyên Iraqê

NY dirêjkirina lêkolîna derbarê êrîşên gazî li Sûriyê gotûbêj dike

Encumena Ewlekariyê ya NY roja Pêncşemê (27ê Cotmehê) tedbîra ku Amerîka darijandiye gorûbêj dike ku dihêle rêpêdana komîteya hevbeş a NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) ji bo saleke din berdewam be, AFP ragihand.

Balyozê Rûsiyê Vitaly Churkin got ku wî daxwaza "gotûbêjeke ciddî " li ser çarenivîsa komîteyê kir û got nabe ku rêpêdan weke pirseke teknîkî were seyrkirin.

Di projebiryarê de hatiye ku OPCW lêkolînê derbarê îdiayên nû yên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê dike û diyar kir ku berpirsyarên van êrîşan divê werin cezakirin.

OPCW lêkolînê derbarê êrîşên kîmawî yên îdiakirî dike, lê desthilata ku jêre hatiye dayîn rêpênade ku berpirsiyarê bikaranîna wan destnîşan bike.

Encumena Ewlekariyê qebûl kir ku tişta bi navê mekanîzma lêpirsînê ya hevbeş di Tebaxa 2015an de deyne ji bo destnîşankirina aliyê li pişt rêzeke êrîşên kîmawî ya ku tê îdiakirin ku li ser gundên Sûriyê di 2014 û 2015 de hatine encamdan.

Komîteyê di herdu raporên xwe de daye diyarkirin ku rejîma Sûriyê sê êrîşên bi gazên jehrî pêk anîne, ku egereke mezin e ku klorîn be, û "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) gaza xerdel wek çek bikar aniye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500