Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke hevpeymaniyê li Mûsilê 10 çekdarên DAIŞ dikuje

Balafirên hevpeymaniya navdewletî Deh çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê roja Pêncşemê (22yê Îlonê) dikuje, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Înê di daxuyaniyekê de got.

"Balafirên şer yên hevpeymaniyê bi hevahengiya Birêveberiya Hewaligiriya Iraqî duho bi şev êrîşeke asmanî pêk anî û molgeheke girîng ya DAIŞ li taxa Denedan li Mûsilê armanc kirin," daxuyaniyê got.

"Deh terorîst, çekdarê xuya yê DAIŞ Ebû Retac yek ji wan bû, di êrîşa esamnî de hatin kuştin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500