Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî li seranserê Nînewe belavokan diavêjin

Balafirên Iraqî bi melyonan belavok avêtin deverên ku hîna di bin kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de ne li parêzgeha Mûsilê, Wezareta Berevaniyê roja Çarşemê (14ê Îlonê) got.

Belavok bang li niştecihan dikin ku beriya destpêka qonaxa dawî ya kampanyaya rizgarkirinê xwe ji cihên DAIŞ bi dûr bixin, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Ev mezintirîn kampanya ku balafirên Iraqî heta aniha pêk anîne, ku heft melyon belavok li 16 deverên Nînewe hatin avêtin," navenda bajarê Mûsilê jî di nav de, daxuyaniyê got.

"Kampanya dixwaze niştecihên Nînewe ji serkeftinên mezin yên di pevçûnên rizgarkirinê de tên bidestxistin agadar bike," daxuyaniyê got, û hewl dide ewlehiya wan misoger bike bi rêya banga dûrketina ji bingeh, kombûn, embar û cihên hebûna DAIŞ.

Belavok bang li "hemu kesên ku peywendiyên wan ligel DAIŞ hene dike ku ew dest ji girûpê berdin beriya destpêka qonaxa sêyemîn û dawiyê ya operasiyona rizgarkirinê", daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500