Balafirên serbazî yên Iraqî bi hezarên belavokan avêtin ser Şerqat û Geyara, sivîl agahdar kirin ku xwe dûrî cihên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bikin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Înê (19'ê Tebaxê) got.
"Belavok bang li xelkê dikin ku xwe ji deverên ku endamên DAIŞ ji xwe re kirine bingeh dûr bixin ji ber ku ew dever bûne armancên pîlotên me," wezaretê di daxuyaniyekê de got.
"Em bang li xelkê dikin ku hevahengiyê ligel hêzên rizgarker bikin, bi rêya pêbendbûn bi rênimayên derbarê korîdorên ewle û pêşketina ber bi sektorên me ve, û belgeyên nasnameyî yên girîng bixwe re hilgirin dema ku bigihin wan deverên ku ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine destnîşankirin," daxuyaniyê got.