Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelkê Rutba hevahengiyê dikin ji bo rêgirtin li derbasbûna DAIŞ

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî û xelkê Rutba awayên pêşxistina ewlehî û hevahengiyê li deverê gotûbêj dikin. Di Cotmehê de, hêzên ewlekariya Iraqê êrîşeke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li dijî bajarê li parêzgeha Enbarê pûç kirin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî û xelkê Rutba awayên pêşxistina ewlehî û hevahengiyê li deverê gotûbêj dikin. Di Cotmehê de, hêzên ewlekariya Iraqê êrîşeke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li dijî bajarê li parêzgeha Enbarê pûç kirin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî ewlehiyê li bajarê Rutba yê li parêzgeha Enbarê zêde dikin ji bo rêgirtin li derbasbûna bi dizî ya endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) piştî êrîşeke pûçkirî, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Çekdarên DAIŞ di 23ê Cotmehê de êrîşî bajar kirin di hewlekê de ji bo mijûlkirina guhdayîna serbazî ya Iraqî dûrî operasyona Mûsilê, berpirsan got, lê hêzên Iraqî ew kesên ku bi dizî derbas bûn kuştin piştî du rojan ji şerekî giran û şewitandina otombîlên wan.

Bajarê, ku 19ê Gulanê hat rizgarkirin piştî du salan ji desthilata DAIŞ, vegeriya rewşa asayî û seqamgêrî jî berqerar dibe, xelkê û berpirsên xwecihî gotin, anîn ziman jî ku piştî êrîşê ew di amadebaşiyê de ne.

"Xelk li dora artêş û polîs kom bûne ji bo rêgirtin li metirsiyên terorîstî," nanpêjekî xwecihî bi navê Cebar Obeydî, 41 salî ye, ji Diyaruna re got.

"Em dest ji ewlehiya bajarê xwe bernadin," wî got. "Piştî zehmetiyeke mezin ji encama neçarkirina DAIŞ ji me re ku em aware bibin em vegeriyane malên xwe û niha em bihêvî ne."

"Terorîst bisernakevin ji ber pêbendbûna hêzên me û piştgiriya me ji wan re," wî got, anî ziman jî ku xelkê bajar "dixwazin ku di aştî û aramiyê de bijîn, bêyî terorîzm û wêranbûnê. Ev e tiştê ku em hemû dixwazin".

Parastina ewlehiya Rutba

DAIŞ bostekî tenê jî ji bajar kontrol nake, qayimeqamê navçeya Rutba Îmad Mişal Duleymî ji Diyaruna re got, anî ziman ku êrîşa Cotmehê bi temamî hat pûçkirin.

"Bi hevkariya malbatên xwecihî, hêzên me karîn ku êrîşa mezin a ku ji aliyê griûpa terorîst ve hatibû pêkanîn bi rêya bi dehên êrîşkarên xwekuj û otombîlên bombekirî pûç bikin," wî got.

"Hemû êrîşkar hatin kuştin û otombîlên wan hatin wêrankirin," wî got. "Piştî vê yekê paqijkirineke mezin hat pêkanîn ji bo piştrastbûn ku hemû deverên niştecîbûnê ji terorîstan vala ne."

"Bajar niha ewle ye û hêzên ewlekarî û xelk bi hev re di amadebaşiyê de ne ji bo rêgirtin li dubarebûna derza ewlehî," wî got.

Duleymî bang li hêzên ewlekarî kir ku êrîşên xwe li devera derdorê zêde bikin ji bo xilasbûna tam ji çekdarên DAIŞ û dûrxistina metirsiya wan ji bajar.

"Tu hebûna DAIŞ li nava Rutba nemaye lê dibe ku veşargeh û molgehên wê li biyanana nêzîk mabe," wî got.

Herwiha, bajarên rojavayê Enbarê wekî Qayim, Anah, Ekaşat "hîn di destê terorîstan de ne , û metirsiyeke mezin li ser ewlehiya bajar çêdikin", wî got, bang li hêzên Iraqî kir ku van deveran rizgar bikin.

Rutba hatiye ewlekirin û artêş, polîs û hêzên êlan rewşê kontrol dikin, endamê komîteya ewlekarî di encumena parêzgeha Enbarê de Racih Berekat got.

Lê belê, wî ji Diyaruna re got, "Metirsiya DAIŞ hîn heye, ji ber ku bajar ji deverên biyabanî yên berfireh re vekirî ye, ev yek dihêle ku kontrolkirina ewlehî ya tam li ser van deveran gelekî bi zehmet be ji ber gelek cihên veşartinê yên xwezayî lê hene".

Dê girîng be ku piştgiriya yekîneyên serbazî yên berpirsyar ji parastina Rutba were kirinbi rêya vekirina deriyê xwebexşiyê ji xelkê re, Berekat got, ji ber ku zanebûneke wan a baş bi kendûkozên deverê heye.

"Herwiha girîng e ku piştgiriya hêzan were kirin bi rêya pêşkêşkirina otombîlên zirxî û çekên giran, ji ber ku piraniya endamên polîs li bajar otombîlên zirxî yên kêm û çekên sivik ji wan re tên pêşkêşkirin," wî got.

Xizmetên hikûmeta xwecihî

Hevdem, hikûmeta xwecihî di pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî ji xelkê vegeriyayî bo Rutba re berdewam e, ku serokê encumena bajar Subhî Cubeyr Ziyab anî ziman ku nêzîkî 4,000 ji eslê 6,000 malbatên aware vegeriyane ji dema ku bajar hatî rizgarkirin ve.

"Em dê tiştê ji me were bikin ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji malbatên vegeriyayî re," wî ji Diyaruna re got.

"Me dibistan vekirin, lê kêmbûneke mezin di stafa fêrkariyê de heye û nexweşxaneya xwecihî bi hewce ye ku xizmetên bêtir pêşkêşî malbatan bike," wî got. "Em kar dikin ji bo gihandina ava vexwarinê bo hemû taxan."

"Derbarê elektirîkê, xelk bi temamî pişta xwe bi jeneratorên taybet girê didin ji ber ku bajar bi awayekî sereke elektirîkê ji bingeha elektirîkê ya Qayim dibe, ku hîn di destê terorîstan de ye," Ziyab got.

"Tevî zehmetiyan, rewşa bajar baştir dibe û xelk kêfxweş in ku ji DAIŞ rizgar bûne û ligel hêzên ewlekariyê kar dikin ji bo parastina bajarê xwe," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500