Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şaneke terorî girtin li biyabana Enbarê

Hêzeke hevbeş a Artêşê û Ajansa Dijî Terorê operasyoneke daketine bi firokeyan li rojavayê Îraqê pêk anî, û şaneke terorê girt, Wezareta Berevaniyê ya Îraqî Sêşemê (20ê Adarê) ragihand.

Hêzan daketineke bi firokeyan a "serkeftî" di kûrahiya biyabana Enbarê de encam da, û tê de endamên şaneke çakdar a pilan dikir ku êrîşên terorî pêk bîne di rojên tên de hat girtin, wezaretê di daxuyaniyekê de eşkere kir.

"Operasyon bi baldarî hat pilankirin li ser esasê çavdêrîkrina elementên dihatin xwestin ji aliyê ajansên hewalgiriyê ve," daxuyaniyê got.

"Deh firokeyên şer hêz li nêzî armancê daxistin, 195 kîlometran li rojavayê Serbazgeha Asmanî ya Esed, piştî ku dever hat dorpêçkirin û ewlekirin ji aliyê balafirên şer ên artêşê ve," daxuyaniyê got.

Daxuyaniyê got ku endamên şanê bi saxî hatin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500