Nûçeyên Iraqê

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê çekdarên DAIŞ dikin armanc

Di êrîşên asmanîde 13 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê hatin kuştin, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Pêncşemê (6ê Cotmehê) got.

"Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî sibeha roja Pêncşemê êrîşek li ser molgehên DAIŞ li devera Bekir pêk anî [...] û 13 çekdarên DAIŞ, yên biyanî jî di nav wan de hebûn kuştin," berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Du wesayit, her yek ji wan kilaşinkofeke maşîn hildigirt, û kemyoneke mezin ku sindoqên TNT, çekên sivik û weset, ligel sê moşek bar dikin hatin wêrankirin," Resûl got.

Herwiha, deh çekdarên DAIŞ di êrîşeke hevpeymaniyê de ku armanca molgehên DAIŞ li Geyara, li başûrê Mûsilê kir, Fermandariya Operasyonên Nînewe roja Pêncşemê (6ê Cotmehê) got.

"Balafirên şer yên hevpeymaniya navdewletî roja Pêncşemê êrîşî cihekî DAIŞ li gundê Xerayib Cebir li Geyara 60 kîlometran dûrî başûrê Mûsilê kirin, û deh çekdarên DAIŞ kuştin," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500