Nûçeyên Iraqê

Encumena Ewlekarî ya NY civîna derbarê krîza Sûriyê li dar xist

Encumena Ewlekarî ya NY roja Çarşemê (21 Îlonê) ji bo danûstandinên krîza Sûriyê civiya piştî ku êrîşên asmanî Heleb hejandin û nerehetiyên dîplomatîk ji ber êrîşeke li ser karwaneke alîkariyê zêde bûn, AFP ragihand.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-moon ji encumenê re got ku divê agirbesta ji aliyê artêşa Sûrî ve hat bidawîkirin bê vejînkirin weke gava yekem ya ji bo parastina rêkeftina Emerîkî-Rûsî derbarê bidawîkirina cenga pênc salî.

"Em kêliya man yan nemanê jiyan dikin," Ban ji encumenê re got.

Serokê NY bang li hêzên cîhanê kir ku bandora xwe bikar bînin daku hana dubare-destpêkirina danûstandinan di navbera Sûriyan de bidin û rê " daku ew li ser rêyeke ji bo derketina ji vê dojehê ku ew di nav de asê mane giftugo bikin".

Ban ji encumenê re got ku ew "li helbijardinan dinêrin ji bo lêpirskirineke cidî" li ser êrîşa roja Duşemê li se karwaneke alîkariya hevbeş ya NY û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor " û tawanên bi vê mînakê dijî sivîlan" di dema cenga Sûriyê de.

"Divê em bi îsrar bin ku agirbest dê bê vejînkirin," Ban got.

"Trajîdiya Sûrî ji me hemûyan re şerm e. Divê binketina bihevreyî ya civaka navdewletî derd be ji hemû endamên vê encumenê re," wî got.

Hevdem, roja Çarşemê êrîşên asmanê yên dijwar Heleba Sûriyê hejandin û tîmeke bijîşkan kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500