Hêzên Iraqî bi awayekî serketî qonaxa yekemê ji operasyona rizgarkirina Şirqat ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) temam kirin, Wezareta Berevaniyê roja Çarşemê (21ê Îlonê) ragihand.
Hemû gund û bajarokên li derdora Şiraqtê, ku li başûrê Mûsilê ye, hatin rizgarkirin, berdevkê wezaretê emîd Yehye Resûl got, û aniha hêzên Iraqî li ber dergehên bajar in.
"Balafirên hevpeymaniya navdewletî û hêzên artêşa Iraqî bombebarana kom û cihên DAIŞ dikin weke beşê duyemîn yê "Operasyona Fecra Şirqatê," wî ji Diyaruna re got.