Nûçeyên Iraqê

2 efserên Iraqî di pevçûnên li gel DAÎŞ de hatin kuştin

Du efserên payebilind yên artêşa Iraqî di encama pevçûnên li hember "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li başûrê bajarê Mûsilê hatine kuştin ,AFP roja Duşem (5ê kanûna yekem) ragihand.

Emîd û eqîdek roja Yekşemê li Şerqat, 90 kîlomitir dûrî Mûsilê, hatin kuştin ku hêzên Iraqî ji bo rizgarkirina bajêr ji DAIŞ êrîş dikin, Fermandariya Operasyona Hevbeş got.

Hêzên Iraqî beşê rojava ji Şerqat di îlonê de rizgar kirin lê DAIŞ hîn rojhilatê Şerqat kontrol dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500