Hêzên Iraqî yên hevbeş dest bi operasyona rizgarkirina taxa el-Cubêl li başûrê Fellûcayê kirin piştî rojekê ji bidestxistina el-Şuhda nêzîk ji "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞê), Fermandarê Operasyonên Felûce Ferîq Ebdilwehab el -Saadî Sêşemê (14ê Hezîranê) got.
"Hêzên Iraqî di berbanga Sêşemê de ber bi el-Cubêl ve pêşve çûn û bi çekdarên DAIŞê re şer kirin, ziyan û windahiyên pir mezin gihiştin wan," wî ji Mewtinî re got.
"Hêzên me wê hêdî hêdî pêş bikevin, ji bo ku dûr bibin ji bombe û mayînên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine çandin li seranserê taxê," wî got, anî ziman jî ku wê operasyona rizgarkirina bajarê Felûce li gorî planekê bê birêvebirin.