Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xendeqên Felûce dê bajêr li hember DAIŞ asê bikin

Alaa Husên li Bexdayê

Hikûmeta Iraqî xendeqeke weke vê, navbera Kerbela û Enbarê, derdora hin beşên Felûce dikole ji bo asêkirina bajêr li hember derbasbûna bi dizî ya terorîstan. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî]

Hikûmeta Iraqî xendeqeke weke vê, navbera Kerbela û Enbarê, derdora hin beşên Felûce dikole ji bo asêkirina bajêr li hember derbasbûna bi dizî ya terorîstan. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî]

Hikûmeta Iraqî zincîrek ji tedbîrên ewlekarî yên tund standine ji bo rêgirtin li endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku vegerin Felûce, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Ev yek ji zêdekirina asêgehan li ser erdê pêk tê, weke kolandina xendeqekê derdora bajêr ji bo rêgirtin li derbasbûna bi dizî ya terorîstan, ligel tedbîrên îdarî yên nû, weke belavkirina formên ewlekarî li ser xelkê bajêr, wan gotin.

Hikûmetê dest bi van tedbîran kir piştî mehekê ji rizgarkirina bajarê li parêzgeha Enbarê ji DAIŞê ji aliyê hêzên Iraqî ve di 26ê Hezîranê de.

Xendeqeke, ku metrekê kûr e û 1.5 metran fireh e, li du aliyên bajêr tê kolandin, fermandarê polîsên Felûce Eqîd Cemal el-Cumeylî ji Diyaruna re got.

Xendeqeke pênc-kîlometrî bi dirêjahiya tixûbê bakurê Felûce tê kolandin, wî got, û xendeqeke çar-kîlometrî li aliyê başûr.

Aliyê rojava bi Çemê Firatê parastî ye, ku sînorekî sirûştî pêk tîne, wî got, hevdem rêya navdewletî, û hemû xalên kontrolê li seranserî wê, dikeve aliyê rojhilat, û ev yek dihêle ku derbasbûna bi dizî ji herdu aliyan ve zehmet be.

Xendeqa bakurî, ku dê di çend rojên bê de temam bibe, dê herwiha weke xeteke cudabûnê navbera sektorên operasyona firqeyên 1ê û 14ê yên artêşê xizmetê bike, wî got.

Xendeqa başûrî yeka kevn e ku di 2013ê de hat kolandin, berî ku bajêr bikeve destê DAIŞê, wî got jî, lê kar berdewam e ji bo kolandin û firehkirina wê.

Xendeq dê rê li endamên DAIŞê bigre ku bi dizî vegerin bajêr, û dê ev yek parastineke zêde ji xelkê re be û dê li hember metirsiyên DAIŞê bisekine, wî got.

Ev yek dê nerêgir be ji tevgera xelk û cotkaran re, ku dê bikaribin derbasî bajêr bibin û jê derkevin bi rêya du deriyên sereke, wî got, anî ziman jî ku du deriyên din dê piştre bên vekirin dema ku rewşa ewlehî baştir bibe.

Formên ewlekarî yên elektronîk

Rêveberiya xwecihî ya Felûce tedbîrên rêveberî yên nû standine ji bo parastina kontrola li ser ewlehiya bajêr piştî rizgarkirinê û weke amadekarî ji vegera xelkê aware re.

Xelkê aware dê neçar bin ku formên ewlekarî yên elektronîk dagirin berî ku vegerin bajarê xwe, qayimeqamê Felûce Îsa el-Îsawî ji Diyaruna re got.

Form dê her malbateke vegeriyayî bi kodekê ve girê bide, wî got, ev yek dê ji xizmetên ewlekarî yên navçeyê re asantir bike ku bigihin agahiyên sereke yên malbatê û paşxana wê ya ewlekarî.

Agahiyên di van forman de dê derbasî databasekê bên kirin, wî got, û dê piştre bên bikaranîn di derxistina kartên nasnameyan û tomarkirina otombîlan de.

Ev form daxwaza nav û karê serokê malbatê dike, cihê niştecîbûnê li Felûce, û cihê ku malbat li wir niştecî bû di dema awarebûnê de, ligel her hejmareke kartên nasnameyê yên bi wan re.

Form dê herwiha pirsê derbarê girêdana serokê malbatê bi rêxistinên terorîst re bike û derbarê navên wan jî û herwiha dê pirs bike eger kesûkar li derveyî Iraqê hene.

Qedexekirina îdolojiya tundrê

Xendeqa nû dê rê li derbasbûna bi dizî ya terorsîtan bigre, Şêx Feysel el-Essafî, serokê heşda eşayirî li dijî DAIŞê li Enbarê got.

"Pirsgirêkeke me heye, û eger di destê me de bana, me dê dîwarek ava kiribana ji bo îzolekirina sivîlên bêsûc ji grûpên terorîst ên tundrê li Felûce û bajarên din ku terorîzm metirsiyê li ser wan çêdike," wî ji Diyaruna re got.

El-Essafî banga tedbîrên ewlekarî yên parastinê li Felûce kir ji bo berdewamiya şerê li dijî îdolojiyên tundrê ku ji aliyê grûpên weke DAIŞê ve tên guhdan û xwedîkirin.

Endamên DAIŞê mizgeftên Felûce weke platformekê ji bo çekdarkirina xortan bikar tînin û berê wan didin tundrêbûn û terorîzmê, wî got.

Divê Iraq kar bike ku rihê toleransê belav bike û piştrast be ku minberên mizgeftan ji aliyê grûpên tundrê ve nayê bikaranîn ji bo kontrolkirina mejiyên xortan, wî got jî.

Felûce ezmûneke ewlekarî ya mezin li ser hikûmeta Iraqî ferz dike, wî got, ji ber derbasbûna bi dizî ya tundrêyan û karîna wan ku biryarên xwe li ser raya giştî ferz bikin.

Felûce yekem bajar bû ku ket di destê DAIŞê de, wî got, anî ziman jî ku grûpê ew kir navendek ji bo çêkirina otombîlên bombekirî, rokêt û bombeyên bidestçêkirî.

Hevdem, wî got jî, xelkê wê di zîndanên grûpê de hatin avêtin an jî hatin neçarkirin ku birevin parêzgehên derdorê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500