Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pêşketina xwe li Felûce berdewam dikin

Hêzên Iraqî ber bi beşên mayî ji Felûce ve li dirêjahiya Çemê Dîcleyê û bendava Felûce pêşve diçin weke beşekê ji şerê rizgarkirina bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Wezareta Berevaniyê roja Çarşemê (22ê Hezîranê) ragihand.

Hêzên artêşê bi piştgiriya balafirên wê dest bi paqijkirina devera el-Hisa, li başûrê rojavayê Felûce, kirin di dema ku ji aliyê Amiriyat al-Felûce ve pêşve diçin, wezaretê got.

Segvanek û komek ji endamên DAIŞ hatine kuştin, di daxuyaniyê de hat gotin.

Operasyona leşkerî "dixwaze endamên DAIŞ dorpêç bike, hejmara wan kêm bike û rê nede wan ku birevin bo cihên din", di daxuyaniyê de hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500