Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî 3 gundan li rojavayê Bexdayê vedigerînin

Hêzên Iraqî pêşketineke girîng di operasyonên rizgarkirina deverên rojavayê Bexdayê de li ser sînorê bi Felûce re bidest xistin, fermandariya operasyonên Bexdayê roja Pêncşemê (16ê Hezîranê) ragihand.

"Artêşa Iraqî gundên el-Xudir, el-Xudeyr û el-Salim, ku 42 kîlometran dikevin rojavayê Bexdayê kontrol kirin," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş zerer gihandin terorîstan û her sê gund vegerandin tevî atmosfêra xirab li deverê," di daxuyaniyê de hat gotin.

Devera el-Ersan li Bexdayê ji başûrê rojhilatê Felûce ku DAIŞ li wê derê ye hat cudakirin, di daxuyaniyê de herwiha hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500