Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê navçeyeke girîng a Helebê vedigerîne

Hêzên ser bi rejîmê ve roja Pêncşemê (8'ê Îlonê) dest danîn ser navçeyeke xwedan girîngiyeke stratejîk li gundewarê başûrê bajarê Helebê li Sûriyê, û piraniya destkeftiyên opozîsyonê yên ku wê di operasyona ku mehekê dirêj kir bi dawî bikin, AFP ragihand.

Pêşketina rejîmê li Ramûsa guvaşên bêtir datîne ser navçeyên rojhilatê Helebê yên di destê opozîsyonê de, ku ji roja Yekşemê ve ji aliyê hêzên ser bi rejîmê ve di bin dorpêçeke nû de.

Hêzên rejîmê û yên bi ser ve kontrola tam li ser navçeya Ramûsa vegerandin piştî "pevçûnên tund" ligel çekdarên opozîsyonê, û yên Îslamî û tundrew, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Serokê rewangehê Ramî Ebdulrehman got ku kontrolkirin piştî piştgiriyên bêtir ji aliyê mîlîsên Iraqî û Îranê yên ser bi hikûmetê ve pêk hat, ku ew berî hefteyekê gihiştibûn başûrê bajar.

Hêzên opozîsyonê di 31'ê Tîrmehê de dest bi êrîşekê li gundewarên başûrê Helebê kirin weke hewleke ji bo şikandina dorpêça rejîmê ya li ser taxên rojhilatê bajêr.

Wan berî hefteyekê bi awayekî serkeftî rêyek bo van taxan di Ramûsa re vekirin, lê hêzên rejîmê karîn piraniya wê erdê dubare kontrol bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500