Nûçeyên Iraqê

Malbat direvin hevdem ligel bombebarankirina rejîma Sûrî ji bajarê Deraayê re

Rejîma Sûrî beşin ji bajarê Derayê yê dikeve başûrê welat duh êvarî bombebaran kirin, û di encamê de bi dehan malbat revîyan, AFP îroj Duşemê (25ê Hezîranê) ragihand.

Balefirên rejîmê bermîlên bombekirî avêtin deverên li jêr kontrola opozîsyonê li bajarê Derayê bo cara yekemîn di salekê de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Hêzên rejîmê bi piştevanîya Rûsîyayê êamadekrîyên êrîşekê dikin bo têkibirina çekdarên opozîsyonê li başûrê Sûrîyayê. Rejîmê bordumanên xwe li ser gundewarê Deraayê yê rojhilatî Sêşema borî giran kirin, û di dawîya hefteyê de, Rûsîya bo yekemîn car êrîşî wê kir di salekê de.

Rewangehê ragihand ku balefirên Rûsî û yên rejîmê roja Duşemê bombebarankirin li ser rojhilatê Derayê berdewam kirin.

Rewangehê anî ziman ku bi bilindbûna tudîyê re herî kêm 28 sivîl di kêmî hefteyekê de hatin kuştin û ziyan gihiştin du nexweşxaneyan, û tîmên rizgarkirinê zehmetî dibînin di gihiştina bi deverên armanckirî de.

Bêhtirî 17,000 sivîlan ji gundewarê rojhilatî yê Deraayê bêwar bûne, Rewangehê got.

NY hişyarî da ku dibe nûbûna pevçûnan jîyana 750,000 kesan bixe metirsîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500