Nûçeyên Iraqê

Bombebarana rejîma Sûrî 16 kesan li Helebê dikuje

Êrîşên asmanî yên rejîma Sûrî û agirê hawinan herî kêm16 sivîl roja Çarşembê (27'ê Tîrmehê) li taxên di bin kontrola opozîsyonê de li rojhilatê bajarê Helebê kûştin, li gorî AFP.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov got ku heft kes li taxa el-Saxûr û heft kesên din li taxa el-Ensarî hatin kuştin.

Rewangehê got ku du kesên din jî li texên Bustan û el-Qesir hatin kuştin, çavdêr got, da zanîn jî ku dibe hejmara qurbaniyan zêde bibe ji ber ku hîna hinek kes di bin avahiyên rûxandî de asê mane.

Êrîşên nû di demekê de hatin ku artêşa Sûrî bi fermî ragihand ku wê deverên rojhilatê bajêr, ku di destê opzîsyonê de ne, dorpêç kiriye.

Taxên opozîsyonê li Helebê ji 7'ê Tîrmehê ve di dorpêçeke dijwar de ne, ji dema ku hêzên rejîmê derbasî medaya gulbaranê bûn ji rêya piştgiriyê ya dawîn li rojhilatê.

Ew berdewam in di pêşveçûnê de, û rê kontrol kirin û herî kêm dest danîn li ser taxeke di bin kontrola opozîsyonê de li bakurê-rojavayê bajêr.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500