Nûçeyên Iraqê

Teqîna di tunela Helebê de 38 kes kuştin di dema ku NY banga agirbestê dike

Nêzîkî 40 çekdarên ser bi rejîmê ve roja Pêncşemê (21'ê Tîrmehê) hatin kuştin dema ku çekdarên opozîsyonê tuneleke di bin cihekî rejîmê li bajarê Helebê yê Sûriyê teqand, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku 38 endamên hêzên rejîmê di teqînê de hatine kuştin, ku avahiyek li Bajarê Kevin ê Helebê rûxand.

Vîdyoyeke ku li ser internetê ji aliyê girûpa opozîsyonê ya Siwar el-Şam ve hatiye belavkirin hewil dide ku bûyerê nîşan bide, ligel endamên hêzê ku di tuneleke dirêj de dimeşin û bermîlên tije teqemenî amade dikin, û piştre teqîneke bihêz ku avahiyeke çendqat tîne xwarê, dîmen ji çend goşeyan ve hatiya kişandin.

Herwiha roja Pêncşemê, rejîmê du taxên bin destê opozîsyonê li rojhilatê Helebê topbaran kir, 15 kes kuştin, di nav de şeş zarok, Rewangehê got.

Hevdem, NY roja Pêncşemê banga agirbesteke 48-saetî di hefteyê de li Helebê kir ji bo rêdayîna gihiştina alîkariyan ji nêzîkî 250,000 sivîlên ku rastî birçîbûnê tên.

Serokê hêza erkê mirovî bo Sûriyê yê bi piştgiriya NY, Jan Egeland, got ku ajansên alîkariyê amade bûn ku alîkariyan bigihînin navçeyên rojhilatê bajêr ên bin destê opozîsyonê de lê tundutûjiya zêde nahêle karwan bên belavkirin.

"Dem derbas dibe," wî got, xelkê Helebê bi wê yekê wesif kirin ku "li ser hindava birçîbûnê ne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500