Nûçeyên Iraqê

Sivîlên vegeriyayî li kolanên Helebê yên wêrankirî digerin

Hêzên Sûriyê roja Înê (23ê Kanûna yekem) kontrola xwe li ser Helebê qayimtir kirin piştî ku dest danî ser tevahiya bajêr, di demekê de ku xelkê ku dixwestin vegerin malên xwe li kolanên wê yên wêrankirî digeran, AFP ragihand.

Artêşa Sûriyê roja Pêncşemê ragihand ku wê asêgeha opozîsyonê ya berê li rojhilatê Helebê kontrol kir piştî rêkeftineke girîng bo valakirinê ku ji encama wê bi hezaran ji çekdarên opozîsyonê û niştecihan bi basan hatin derxetin .

Tevî sermê, niştecihên ku ji şer betilîn navçeyên ku bûne bereyên şer ên xirab derbas kirin, dilxurt bûn ku vegerin taxên ku ji salane ve nedîtibûn.

"Ez hatin daku li mala xwe binerim, ku min ji pênc salan ve nedîtiye," niştecih Xalid Mesrî got. "Bi rastî hêvî dikim ku zerereke mezin negihabe mala min."

Operasyona valakirinê bêtir ji çar salan ji şerê di hundir Helebê de bidawî anî, ku di navbera hêzên hikûmetê de li rojava û çekdarên opozîsyonê de li rojhilat hatibû parçekirin.

Hêzên opozisyonê hîn deverên li rojavayî Helebê kontrol dikin û roja Înê herî kêm sivîlek di pêla yekem a mûşekên opozîsyonê li ser bajêr de ji dema ku ket bin kontrola hikûmetê de hate kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Herweha heşt kes di êrîşa li ser taxa Hemdaniyê de birîndar bûn, Rewangehê got, hevdem ajansa nûçeyan a dewletê SANA ragihand ku sê kes hatine kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Nayab e ! sipas!

BERSIV BIDE