Nûçeyên Iraqê

Teqîna DAIŞ 44 kes li Qamişlo kuştin

Di encama teqîna bombeyeke mezin de ji aliyê "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve li bajarê Qamişlo yê Surî, ku piraniya şêniyên wî Kurd in, herî kêm 44 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn roja çarşemê (27'ê Tîrmehê).

Ev êrîşa herî mezin û dijwar bû li bajêr ji destpêke şerê Sûriyêve di Adara 2011'an de.

Medyaya fermî ya Sûrî ragihand ku 44 mirî û 140 birîndar encama teqînê bû, ku ew li taxeke li rojavayê bajêr, ku çend wezaretên Kurdî li wir hene, qewimî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov got ku 48 kes mirine, û anî ziman ku jin û zarok jî di nav wan kesên ku hatine kuştin de hebûn.

Berpirsên Kurd gotin ku êrîş ji aliyê xwekujekî ve ku kamyonek bombebarkirî dajot hatiye pêkanîn.

DAIŞ di daxwiyaniyekê de li ser tora civakî berpirsiyariya êrîşê hilgirte ser xwe .

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500