Nûçeyên Iraqê

Mayînên ku DAIŞê çandibûn herî kêm 17 kesan li Sûrîyayê dikujin

Mayînên ku tundrewan li paş xwehiştibûn herî kêm 17 kes li Sûrîyayê di 24 saetan de kuştin, AFP ragihand.

Cebilxaneyeke ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li paş xwe hiştibû li parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê welat hat teqandin, di encamê de 16 kesan jîyana xwe ji dest da û 32 kesên din birîndar bûn, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê ragihand ku teqîna mayîneke din li parêzgeha Helebê kesek mirî li paş xwe hişt.

Pir caran DAIŞ mayînan diçîne da rikberên xwe asteng bike. Heta niha rakirina mayînên DAIŞê yên berê berhingarîyeke mezin li deverên ji rêxistinê hatin çêdikin.

Meha borî, bêhtir ji 20 sivîlan li parêzgeha Hemayê, li orta Sûrîyayê, hatin kuştin dema ku DAIŞê mayînek li bin vanekê çandibû.

Herî kêm 44 kes bi mayînan hatin kuştin li seranserê Sûrîyayê di heyama sê heftîyên borî de, Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500