Nûçeyên Iraqê

Kurdên Sûrîyayê jineke dihat îdîakirin ku endama DAIŞê ye radestî Sûdanê kirin

AFP ragihand ku kurdên Sûrîyayê jineke bi endamtiya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tê tawanbarkirin û zaroka wê roja Pêncşemê (20ê Îlonê) radestî dîplomatekî Sûdanî kirine.

Desthilatdarên kurd ku devera bakur-rojhilatê Sûrîyayê kontrol dikin, ji par ve bi sedan kesên ji welatên cuda, kesên ji xelîfetiya belawelabûyî mane û tê îdîakirin ew endamên DAIŞê ne, destgîr kirine.

Lê ji ber ku welatên wan, li ber raya giştî dijminatiya DAIŞê dikin, heta niha tu daxwaz nekirine ku wan werbigirin.

Desthilatdarên kurd li devera bakur-rojhilatê Sûrîyayê, roja Pêncşemê, li Qamişloyê jineke Sûdanî û zaroka wê ya yek-mehî radestî dîplomatekî Sûdanî kirin.

Berpirsê Kurd ê Karûbarê Derve Ebdul Kerîm Omer got ku piştî Xartûmê daxwaza raguhestina wê xwest, ''me ew radestî balyozxaneya welatê wê kir.''

Şervanên kurd ên bingeha Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ava dikin, ku ev hevbendî ji alîyê hevpeymanîya nawdewletî ve tê piştgirîkirin, DAIŞ ji nav beşekî mezin ji xaka Sûrîyayê derxistiye.

''Dora 520 endamên DAIŞê û herwiha ji 44 welatan nêzî 550 jin û 1200 zarok'' niha ji alîyê Kurdan ve hatine destgîrkirin, Omer dîyar kir.

''Em bi tenê nikarin ji heq vî barê giran derkevin'' got.

Çarenûsa şervanên biyanî yên li Sûrîyayê hatine destgîrkirin ne diyar e û bi tenê hin dewlet razî ne wan bigirin.

''Em dê tu çekdarên DAIŞ nehêlin'' Omer got. ''Em gelek hewl didin ku hikûmet erkên xwe cîbicî bikin û welatiyên xwe werbigirin.''

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500